ZAYÎNA AURORA

Derhêner: INNA SHAKYAN
Mawe: 96’
Sala Çêkirinê: 2022
Zimanê Fîlm: INGILÎZÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ
Sînopsîs
Hevpeyvînên bi Aurora Mardiganian re, anîmasyonên çîrokî û wêneyên ku ji destana bêdeng ‘Muzayedeya Rûhan’ gihîştine heta roja me ya îro. Ev belgefîlmê ku bi piranî ji anîmasyonan pêk tê, trajedî, jiyanake bi berxwedan, hêvî û rûhê mirovî yê berxwedêr ji nû ve zindî dike.

Jînenîgarî
Derhêner û hilberînera belgefîlman a Ermenî Inna Sahakyan, bi vegotinên ku çîrokên jibîrkirî derdixe ronahiyê û di kûrahiya ezmûna mirovî de digere, tê nasîn. Di filmografiya wê de, belgefîlmê “Fêlbazê Dawî yê Li Ermenîstanê” yê ku li ser mîrateya çandî ya Ermeniyan e û ji aliyê rexnegiran ve hatiye ecibandin, heye. Her wiha di filmografiya wê de belgefîlmê “Mel” yê balkêş ku rêwîtiya haltervaneke transseksûel a Ermenî, tîne ziman jî cih digire.