AGIRBEST

Derhêner: JAKOP KRESE
Mawe: 30’
Sala Çêkirinê: 2025
Zimanê Fîlm: BOŞNAQÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A DokuFestê*
Sînopsîs
Hazira ji Srebrenica xilas bû. Wê şer dît, ew jiyana wê xirab kir. Ji bo 29 salan ew di kampa penaberan de li welatê xwe asê maye, bi dijwarî û bêrawestan dixebitî da ku debara xwe bike û ji travmaya xwe dûr bikeve.

Jînenîgarî
Fîlmçêker e. Li Yugoslavyaya berê û Elmanyayê mezin bû. Ji aliyek ve weke neviyê partîzanên Yugoslav û ji aliyekî ve jî neviyê dozgerên dadgehên Nazîyan bû. Ji lewma têkiliyên wî yên kesane û kolektîf ketin nava hev û ew hewl dide bi rêya sînemayê ango filman ji nav vê meseleyê derkeve. Dide pey bîranînan û her wiha li siberojê jî dikole. Wî li Berlîn, Havana û Sarajevo’yê sînema û derhêneriyê xwendiye û li Trêst, Lyublyana û Berlîn dijî û dixebite.