DARIO FO

Derhêner: GIANLUCE RAME
Mawe: 90’
Sala Çêkirinê: 2022
Zimanê Fîlm: KURDÎ-ÎTALYANÎ-SPANYOLÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Di komediya bi navê “Clacson Trombette e Pernacchi” ya ku li Stenbolê bi Kurdî hate lîstin û di fîlmê ku li Buenos Airesê hatiye kişandin, ku çîroka Pinelli bi “Muerte accidental de un ricotero” hatiye adaptekirin de, şanoya Dario Fo cudahiyên zimanî, erdnîgarî û çandî derbas dike, dibe qadek ji bo fikirîna li ser rewşa mirovahiyê û tehrîfkirina desthilatê. Her wiha lîstikvan her tim di nav rûbirûbûnekê de ne.

Jînenîgarî
Derhêner, nivîskar û pevxistinkar Gianluca Rame, di sala 1974’an de li Romayê ji dayik bû. Wî hezkirina xwe ya ji hunerên sehnê re bi lêkolînên zimanê dîtbarî-dengî re têkel kir û bi navên herî mezin ên şanoya Îtalyayê re hevkarî kir. Wî pevxistina gelek bernameyên televîzyonê û belgefîlman kir ku ji hêla Rai, Rai Cinema, Istituto Luce û saziyên din ve hatin hilberandin. Dema ku bi Teatro di Roma, Bienala Venedîkê û saziyên din ên çandî re li ser hilberînên multîmedyayê hevkarî dikir, ew li Navenda Xebatê ya Enrico Maria Salerno li Girtîgeha Rebibbia, Yekîneya Ewlekariya Bilind G12ê wekî perwerdekar kar dikir. Ji bo parastin, hilanîn û pêşxistina arşîva vîdyoyê bi Weqfa Fo Rame re bi rêkûpêk dixebite.