BIRRÎNA ZINARAN

Derhêner: MOHAMMADREZA EYNI-SARA KHAKI
Mawe: 94’
Sala Çêkirinê: 2025
Zimanê Fîlm: AZERÎ-FARISÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A DokuFestê*
Sînopsîs
Sara Şahverdî, li gundekî Îranê yekem endama meclîsa şaredariyê ya hilbijartî ye. Ew hewl dide keçên ciwan fêrî ajotina motorsiklêtan bike û bi vî awayî dixwaze rê li ber zewaca zarkan bigire. Armanca wê ewe ku kevneşopiyên baviksalarî ji holê rake. Gava kesên derûdorê dibînin ew hêz dide keçên ciwan, dixwazin wê ji rêya wê vegerînin. Ev jî dibe sedem ku ew li ser nasnameya xwe careke din bifikire. Ev belgefilm di Festîvala Fîlman a Sundance de Xelata Mezin a Jûriya Belgefîlma Sînemaya Cîhanê wergirt.

Jînenîgarî
Sara Khaki, fîlmnivîs û edîtorek belgefîlmê ya Îranî-Amerîkî ye, û bursiyerê nû yê Sundance Film Institute ye. Kurtefîlma wê ya nû ya hevkariyê, Our Iranian Lockdown, ku li Guardianê hat weşandin, ji bo Xelatên IDA di kategoriya seriala kurt-form ya herî baş de namzed bû.