JIYANA BI HEV RE, PEYVA MIN!

 

Derhêner: AMBER FARES

Mawe: 95’

Sala Çêkirinê: 2025

Zimanê Fîlm: INGILÎZÎ-EREBÎ-FARISÎ

Jêrenivîs: KURDÎ-TIRKÎ

 

*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A DokuFestê*

 

Sînopsîs

Noam Shuster Eliassi, berî ku bi awayekî hişk derbasî stand-up komediyê û hicva siyasî bibe, wekî semboleke dijwar a ku pêvajoya aştîyê ya Îsraîl-Filistin nîşan dide mezin bû. Lê belê, dema ku herêm zêdetir di nav şîdeta wêranker de ma, ew bi hin rastiyên tije êş re rû bi rû ma ku mirov nikarîbûn bi ti awayî bi van tiştan bikenin. Lê dîsa jî ew li hember van rastiyan xemsar nebe û karê xwe didomîne.

Jînenîgarî

Rêveber, hilberîner û kameramana fîlma Speed Sisters e ku Sundance piştgirê film bû. Bursiyera Momentum a Sundance 2019, Labaratûara pevxistin û çîrokê ya Sundance 2014, Bursiyera Sundance 2012. Speed Sisters li Adelaide û Vail xelata belgefîlma herî baş wergirtiye. Amber, di fîlma The Judge ku di sala 2019’an de Xelata Peabody û namzediya Oscar wergirtiye, hev-hilberîner û kameraman bûye. Ew di beşa America Inside Out bi Katie Couric de wekî Hilberînerê Çavdêr kar kiriye, ku beşa wê Xelata Frontpage wergirtiye. Herwiha di projeya And She Could Be Next a ku dîsa Sundance pişgirî dayeye, wekî Rêveberê qadê û kamerayê kar kiriye.