HEMA HEMA TEQEZ ŞAŞ E

Derhêner: CANSU BAYDAR
Mawe: 20’
Sala Çêkirinê: 2024
Zimanê Fîlm: TIRKÎ-EREBÎ
Jêrenivîs: KURDÎ-INGILÎZÎ
Sînopsîs
Hanna û birayê wê yê biçûk Nader, ku ji şerê li Sûriyê reviyane, di nav kaosa Stenbolê de, di maleke wêran de dijîn. Hanna, ku li Dolapdere di salonekê kuaforiyê de sêwirana neynûkan dike û debara xwe dike, di heman demê de xeyalên koçkirina Almanyayê jî dike. Şevekê ciwanekî bi navê Îbo nas dike. Di dawiya şevekê ku bi coş dest pê dike de, jina ciwan xwe di nav hewldana dîtina hevsengiyek nû di navbera nasname û xwestekên xwe û hewcedariyên birayê xwe de dibîne.

Jînenîgarî
Cansu Baydar fîlmsazek e ku li Stenbolê dijî. Baydar li Zanîngeha Bahçeşehîrê sînema xwendiye. Wê gelek salan di pîşesaziya fîlman de weke alîkara derhêner û hilberîneran kar kiriye. Fîlmê wê yê kurt ê yekem, Neredeyse Kesinlikle Yanlış, ji bo promiyera xwe di 81. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya La Biennale ya Venedîkê de, di Pêşbaziya Fîlmên Kurt ên Orizzonti ya fermî de hate hilbijartin. Ew di xebatên xwe de balê dikişîne ser vekolîna mijarên nasname, bîr, sînor û tixûban.