SERPÊHATIYÊN CLAUDE CONSEIL ÊN BI RAZ

Derhêner: PAUL JOUSSELIN
Mawe: 24’
Sala Çêkirinê: 2023
Zimanê Fîlm: FRANSÎ
Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ
*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A Clermont Ferrand*
Sînopsîs
Claude Conseil, bi mêrê xwe re li maleke nav daristanê tehma teqewîtbûnê derdixe û bi awayekî aram dijî. Wextê xwe bi tomarkirina çûkan derbas dike. Şevekê bihara, bêdengiya daristanê bi dengên bênavber û nepenî tê xera kirin.

Jînenîgarî
Paul Jousselin, ji ber ku Parîsî ye, bi her heywanê biçûk, kêzik an çivîkê ku li kolanên paytextê tê dîtin, heyran dimîne. Ji bo telafîkirina kêmasiya orîjînalîteya ku kokên wî jê re anîne, wî dest bi xebatên fîlman kir. Di sala 2012’an de ji beşa deng a La Fémisê mezûn bû. Van rojan ew miksajê dike, lê xeyal dike ku di rapa Fransî de kariyerekê ava bike.