QUEBRA-CABECA

Derhêner: OLIVIER BRIAND

Mawe: 19’

Sala Çêkirinê: 2016

Zimanê Fîlm: FRANSÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-KURDÎ

 

*Bi hevkariya Festîvala Fîlman A Clermont Ferrand*

 

Sînopsîs

Dora kesekî serhişk e û ji kêmasiyan hez nake. Ew hemû xaçepirsan çareser dike. Heta wê rojê ku ew bi tiştekî raz û nediyar re rû bi rû dimîne.

Jînenîgarî

Piştî ku Ollivier Briand di warê Sînemayê de lîsansa bilind wergirt, berî ku bibe mamoste, li kanala Arte wekî bernameçêker xebitî. Senaryoya wî ya yekem, Maîtresse, Xelata Senaryoyê ya Bajarê Parîsê bi dest xist û bû sedem ku ew bibe derhênerê filmê xwe yê yekem. Piştre, bi piştgiriya Meclîsa Bajarê Lîzbonê, wî kurtefîlma xwe ya duyem, Quebra-cabeça, çêkir û derhênerî kir. Ev portreya îronîk a jinekê ku bi xwekuştina kesekî xerîb re mijûl e, li festîvalên Fécamp û Courts-en-Champagne bi rêzê Xelatên Jurî û Temaşevanan qezenc kir. Briand, ku dide pey xeyalên xwe senaryoya xwe ya yekem a dirêj, Messe basse, nivîsî. Fîlm di sala 2020’an de ji hêla Baptiste Drapeau ve hate çêkirin û Jacqueline Bisset û Alice Isaaz tê de lîstin. Kurtefîlma wî ya sêyem, Sous la mousse, ku tirsê û mîzaha reş têkel dike, jê re derfetan ava kir da ku xebatên xwe di fîlmên cureyî de berdewam bike û bi taybetî bi cîhana zarokatiyê ya ku ew pir jê hez dike re ji nû ve têkildar bibe.