EM KURD IN

Derhêner: BANU YALKUT-HANJO BREDDERMANN

Mawe: 83’

Sala Çêkirinê: 1980-1981

Zimanê Fîlm: KURDÎ

Jêrenivîs: TIRKÎ-INGILÎZÎ

 

Sînopsîs

Belgefîlma “Em Kurd in” ne tenê jiyana rojane û nasnameya çandî ya Kurdan nîşan dide; di heman demê de şahidiya têkoşîna hebûna gelekî ye. Ji bo sînemaya Kurdan jî arşîveke giranbuha ye. Zehmetiyên ku di dema girtina dîmenên belgefilmê de rû dane, tevî atmosfera mîlîtarîzekirî ya Tirkiyê tên nîşandan.Derhênerên belgefilmê Banu û Hanjo bi cil û bergên tûrîstan li herêmên Kurdan geriyan û materyalên kişandinê bi awayên cihêreng gihandin Stenbolê, ev yek bi awayekî eşkere zehmetiyên wê demê û çareseriyên afirîner nîşan dide.

Jînenîgarî

Di sala 1952’an de li Enqerê ji dayik bûye, etnologeke Tirk, pisporê dîroka ol û nivîskare. Bi lêkolînên xwe yên li ser xwarinên Tirkî û Êzidiyan tê nasîn. Piştî ku ji Koleja TED a Enqerê mezûn bû, li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê beşa Arkeolojiyê xwend û li Zanîngeha Azad a Berlînê beşa Etnolojî û Zanistiya Ol qedand. Di sala 1982’an de li Berlînê bi cih bû. Di navbera salên 1979-1982’an de gelek caran çû bajarên Kurdistanê û di wan rêwîtiyan de gundên Êzidiyan jî dît. Di navbera 1988-1995’an de li bajarên cihêreng ên Berlîn û Almanyaya Rojava û navçeya Mêrdînê Mîdyadê xebitî. Teza masterê ya ku wê pêşkêş kir hem li Almanyayê hem jî li Tirkiyê hate weşandin û bala xelkê bire ser xwe. Belgefîlma wê ya bi navê “Jînenîgariya Erol Güney”, ku ji helbesta Orhan Veli ya bi navê “Pisîka Erol Güney” îlham girtiye, “Xelata Taybet a Wezareta Çandê” wergirt.