HELÎME ÎLTER

Jînenîgarî
Helîme Îlter, lîstikvanek Alman-Kurd e ku hem di fîlm û rêzefîlmên navneteweyî de kar dike û hem jî di gelek fîlmên Elmanî de cih girtiye. Di fîlma Sieger sein (Serketin) a Soleen Yusef de, ew dayika Kurd Nada dilîze; fîlm di sala 2024’an de Xelata Fîlmê Alman di kategoriya “Baştirîn Fîlmê Zarokan” de wergirtiye. Ew di rêzefilma Euphorie de, di kadroya sereke de cih digire ku hîna nû promîyera xwe li Festîvala Fîlma Munîhê pêk aniye. Wê herwiha bi derhêner Francis Lawrence re li ser beşên nû yê The Hunger Games xebitiye û kar kiriye.