AHÛ OZTURK

Jînenîgarî
Wê perwerdeya felsefe û sînemayê wergirt. Di sala 2004’an de belgefîlmê xwe ya yekem “Sindoq” pêk anî. Di sala 2010’an de bi fîlmê xwe yê “Birîna Vekirî” beşdarî Kars Öyküleri bû ku ji 5 kurtfîlman pêk dihat. Birîna Vekirî di sala 2010’an de li gelek festivalên navneteweyî yên wekî Rotterdam, Stenbol, Qudis, Saraybosna, Beyrût hat nîşandan. Fîlmê wê ya yekem a dirêj “Paçê Tozê” li beşa Forum a Festîvala Fîlmên Berlînê promiyera cîhanî pêk anî. Xelatên fîlmê: Festîvala Filman a Stenbol Senaryoya herî baş, Fîlmê herî baş, Lîstikvana jina herî baş; Festîvala Fîlmê Tirk-Alman a Nurnberg Fîlmê herî baş, Lîstikvana jina herî baş; Festîvala Filman a Duhokê Senaryoya herî baş, Derhêneriya herî baş, Lîstikvana jina herî baş; Festîvala Filman a Napolî Fîlmê herî baş; Festîvala Filman a Enqere Fîlmê yekem a herî baş; SIYAD Fîlmê yekem a herî baş; Festîvala Jinên Navneteweyî ya Brezîlya Fîlmê herî baş.
Fîlmografî:
2015 Paçê Tozê, Fîlmê dirêj, 98 deqîqe
2010 Birîna Vekirî, Kurtfîlm, 21 deqîqe
2004 Sindoq, Belgefîlm, 48 deqîqe