TOÛRAJ ASLANÎ

Jînenîgarî
Di sala 1973’an de li Kirmanşahê hatiye dinyayê. Li Kirmanşahê Lîseya Hunerên Bedew xwendiye. Piştre jî li Zanîngeha Soore ya Tehranê di beşa “Derhêneriya Filman” de xwendiye û lîsansa xwe ji wir girtiye. Kariyera wî ya profesyonel di 25 saliya wî de dest pê kir û bû fotografê herî ciwan ê profesyonel di pîşesaziya fîlmên Îranê de. Wî wekî derhênerê dîmenan zêdetirî 100 fîlm li welatên cihêreng kişandiye û xelatên bi rûmet ji deverên cîhanê yên cuda wergirtiye. Ew di heman demê de wekî derhêner, çêker û hilberînerê belgefîlman jî dixebite û di van waran de jî pir çalak e. Ew di festîvalên navdar ên fîlm û wêneyan de gelek caran wekî jurî hatiye neqandin û di warê wêneyan û sînematografiyê de gelek semîner li dar xistine. Ew damezrînerê Maad Movie Company û Maad Fîlm Schoolê ye ku ew dibistana yekeme li Îranê ku kursên taybetî yên berfireh di warê sînematografiyê de pêşkêş dike.