MIZGÎN MUJDE ARSLAN

Jînenîgarî
Li gundekî Mêrdînê yê Kurd hatiye dinyayê. Piştî şeş salên rojnamegeriyê, berê xwe da fîlmên kurt û belgefîlman. Temayên wekî jin, bêwarî û çîrokên malbatê bi girêdana polîtîk û dîrokî vedibêje. Belgefîlma wê “Kirasê Mirinê : Hewîtî”, piştî nîşandanên festîvalan, li YouTube’ê zêdetirî 1,6 mîlyon car hatî temaşekirin. Yekem metrajdirêja wê “Tu Firiyayî Ez Mam Li Cih” ji aliyê SİYAD’ê ve wekî Belgefîlma Salê hate hilbijartin; li Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê Xelata Belgefîlma Herî Baş û li Îtalyayê Xelata Mirella Galetti qezenc kir. Li Zanîngeha Royal Holloway, University of Londonê di warê Belgefîlma Dîjîtal de û li Zanîngeha Marmarayê di warê sînemayê de master kir; herwiha perwerdeya terapiya hunerî ya afirîner girt. Mizgîn li Londonê dijî, piştgiriya psîkolojîk dide zarok û ciwanan. Niha li ser duyemîn belgefîlma metrajdirêj a ku Enstîtuya Sundance piştgirî dide dixebite.