YUKSEL YAVÛZ

Jînenîgarî
Di 1’ê Sibata 1964’an de li Karakoçanê ji dayik bû. Di sala 1980’an de çû Elmanyayê, cem bavê xwe. Di sala 1986’an de li Hamburgê dest bi xwendina aborî û sosyolojiyê kir, ev perwerde di sala 1989’an de bi dawî bû û di navbera salên 1992-1996’an de li Akademiya Hunerên Bedew a Hamburgê perwerdeya ragihandina dîtbarî xwend. Yavûz, ku ji sala 1990’an ve bi sektora fîlm û sînemayê ve eleqedar e, belgefîlma “Bavê Min ê Karkerê Mêvan” (1994) çêkir ku tê de li ser jiyana xwe û malbatê hûr dibe. Filmên ku çêkirine ev in; “100 û Yek Mark”, “Zarokên Nîsanê”, “Mirovê Bi Mantoyê Spî” û “Azadiya Piçûk”. Di fîlm û belgefîlmên xwe de bêhtir bi mijarên kêmnetew û nasnameyê dadikeve. Fîlmên ku çêkirine li gelek festîvalan, di nav de Festîvala Fîlman a Cannesê, hatine nîşandan, û gelek xelat wergirtine. Wekî Xelata Max Ophüls, Xelata Mafê Mirovan a Rêxistina Amnesty International, Xelata Fîlmê Herî Baş.