ÇERX

 

Sînopsîs

Di salên 1990’î de ji ber ku Amed jî di nava “Herêma Rewşa Awarte” de ye, hin rojname tevî ku qanûnîne jî, hatina wan û belavkirina wan ji hêla walîtiya herêma awarte ve dihat qedexe kirin û asteng kirin. Rojname, ji hêla koma belavkaran ya ku Bawer û Hebûn jî di nav de ji derveyê bajêr (cihê ku berê diyar kirine) dihate girtin û bi awayekî veşartî dianîn cihê ku berê diyar kirine. Li wir rojname di nava belavkaran de li hev tê belav kirin û kincê xwe diguherin û her belavkar wekî ku karekî din dike bi awayekî veşartî derdikeve belavkirina rojnameyê. Çerx şahidiya  şert û mercên ku ev rojname bi çi awayî  û ji hêla kê ve tê û digihîje destê xwendevanan dike.

 

Biyograpy

Metîn Ewr di sala 1978’an de li Amedê hate dine. Li Edeneyê di nava xebatên şano, wêje û ziman de cih girtiye. Di sala 2010’an de vegeriya Amedê û dest bi xebatênsînemayê kir. Niha di Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de xebatên xwe didomîne.

Filmografî

Ax û Jiyan-2010(Rêzefîlm-50 beş)senaryo.

Ref-2014(Rêzefîlm-13 beş)senaryo.

Malîno-2015(Rêzefîlm-50 beş)senaryo.

14 Tîrmeh-2017(filmê metrajdirêj)senaryo.

Çerx-2021 (kurtefîlm)Nivîskar-Derhêner