XEWNA BÊZIMAN

Cureya Film: Kurtefîlm

Navê Fîlm: Xewna Bê Ziman

Çêker: Zal Production

Ziman: Kurdish(Kurmanci)

Welat: Kurdistan

Format: Digital 16:9 (5+1)

Dem: 08:55’

Dema Çêkirina Film: 2025

LOGLINE

Keçikek biçûk a 5 salî ku di nav jiyana rojane de bi tiştên ku dibihîse tirseka mezin dijî. Bi tirsa windakirina ziman dihese û bi wê tirsê xwedî li zimanê xwe derdikeve. Ji ber vê tirsê, axaftina zêde ne wek karekî zarokî, ne lîstîk lê dibe berxwedana ziman parastinê.

 

SÎNOPSÎS

Rozaya pênc salî di nav jiyana xwe a rojane de bi tiştên ku dibihîse dest lêpirsînekê dike . Li rêwîyên ku li rawesteghê runiştine û di nav xwe de diaxivin guhdar dike, her dû rêwî di nav xwe de li ser pirsgrêka zimanan diaxivin. Lê ji ber ku zarokên di wî emrî de hê nikarin razber bifikirin, Roza jî windabûna ziman ku ji wan dibihîse bi awayekî şênber difikire û ditirse. Ditirse ku zimanê wê jî winda bibe û bê ziman bibîne.

Piştî tiştên ku dibihîse di derheqê windabûna ziman de ji dîya xwe pirsan dike, bersivên ku dibihîse tirsa wê yekcar zêde dike. Li ser vê difikire û di radyoyê de di nûçeyan de di derheqê heman  mijarê de nûçeyan dibihîse. Piştî nûçeyan qanih dibe ku nexweşînek belav bûye û bi taybetî zarok zimanê xwe winda dikin. Bi wê tirsê di xew re diçe û di xew de dibîne ku dê û bavê wê bê ziman in.

Bi tirs şiyar dibe û ji bo ku zimanê xwe winda neke têdikoşe. Li zimanê xwe dinihêre, bênavber diaxive û xwedî li zimanê xwe derdikeve da ku winda nebe.

Mazlum Baran Tekîn, di sala 1993an de li Elihê (Batman) Ji dayik bûye. Li zaningeha Marmarayê beşa sînemayê xwendîye. Xewna Bêziman Fîlma wî a yekem e.