Dîroka têkoşînên civakî di heman demê de dîroka têkoşîna îmajekê ye jî. Îmaj, di heman demê de semptomên dîrokî û civakî ne. Ew xwedî potansiyelên wisa ne ku li gor guherîna demê û şertan dikarin maneyên nû li xwe bar bikin. Jinên bi dolbendên xwe yên spî ku mane ji rihma qedera xwe re, zarokên ku ji konforeke ji rêzê bê par hatine hiştin îro bi berxwedana xwe dibin kirde û jiyaneke nû ava dikin. Pêşandeya Rê ji fîlma Rê yê Yilmaz Guney îlham digire û bi awayekî rojane li îro difikire û bi teyisînên îmajên rojane re mijûl dibe. Berxwedan û têkoşîn di heman demê de berxwedana îmajan e, bi hişmendî û perspektîfeke dekolonyal sehneyên film hatine nirxandin û şirovekirin. Yek ji armanca sereke ya pêşandeyê ewe ku îmajan azad bike.