Festîvala Fîlman ya Amedê, sala 2012an, li Amedê bi pêşengîya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, bi piştgirî û tevkarîya şaredarîyên qedemeya jêr dest bi rêwîtîya xwe kir.

Ev festîval armanc dike bibe zemînek ku temaşevan û -di serî da sînemagerên kurd- hemû sînemagerên ku nahêlin ku pêwendîyên endustrî û desthilatê her tiştî dîyar bikin; bi paradîgmaya azadîya jinê li normên zayenda civakî dinêrin; hemû beşên civakê wekî dewlemendîya çandî dinirxînin; ekolojîyê wekî pêkhateya herî giring ya civakîbûnê dipejirînin; tiştê heyî nadomînin lê berxwedan û azadîyê esas digirin werin ba hev.

Festîvalê bingehên civaka demokratîk adapteyî rewşa xwe ya resen kirîye; di vê çarçoveyê da li Rojhilata Navîn û li cîhanê gelek hunermend anîne cem hev û bûye mînaka festîvaleka wisa ya Amedê ku sînemager û temaşevan li cihekê azad tên ba hev.

Wekî ku dîroka wê jî aşkera dike, keleha veguherîn û berxwedanê Amed, di qada hunerê da jî bûye bajarekê xwedîyê mîsyoneka wisa ku; xurt dike, îlhamê dide, mazûvanîya afirîneran dike û gava pêwîst be ew bixwe jî diafirîne.

Di vê çarçoveyê da, her çalakîya ku li Amedê tê kirin dê di spesîfîkîya xwe da, ji tiştê ku tê zanîn û çepik ji bo wî tê lêxistin wêdetir; bi pîvan û kiryarên ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwazîya jinê ferz dike; xwe hem wekî pîvanê hem wekî mînakekê nîşan bide.

Festîvala Fîlman ya Amedê pîvanên paradîgmaya civaka demokratîk ji xwe ra kirîye bingeh; di vê çarçoveyê da 2 caran sînemager û temaşevan anîne cem hev û peyitandîye ku ew alternatîfeka giring e.

Ji ber sedemên ku tê zanîn, festîval her wekî qadên dîtir yên hunerê, 8 salan nehat lidarxistin. Festîvala ku ji birêveberên fermî wêdetir bûye malê bajêr, bûye festîvala her kesê ku li Amedê dijî û her dezgeha ku li Amedê dengê wê heye. Ev jî nasnameya Amedê nîşan dide.

Festîvala Fîlman ya Amedê, di nava Festîvalên Fîlman yên Kurdan da, hîn di sala xwe ya yekem da bi ser ketîye ku bibe pîvanek û kirîye ku festîvalên ji hev cuda xuya dibin, werin ba hev. Gava ku em li geşedana Festîvalên Fîlman yên Kurdan yên piştî festîvala me dinêrin, em vê yekê baştir dibînin.

Di vê çarçoveyê da, Festîvala Fîlman ya Amedê bûye xwedîyê mîsyoneka wisa ku kurd û nexasim sînemagerên kurd yên her çar alîyê dinyayê wê dişopînin, hêzê jê distînin û bi saya wê xwe nîşan didin.

Festîval mazûvanîya fîlmên kurdan û hilberînerên wan dike, di nava sînorên prensîb û nirxên me yên pardar da, perdeya xwe ji hemû gelên cîhanê ra vedike. Herweha, festîvala me bi du tecribeyên xwe yên berê ev mazûvanî gihandîye heta astekê.

Festîvala Fîlman ya Amedê, piştî 8 salan projeksîyênên xwe dîsa dixebitîne. Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Festîvala Fîlman ya Amedê bi wan dezgehan ra li dar dixe ku di zemîna huner û sînemayê da gotineka wan heye ku ji Amedê ra û ji civakê ra bibêjin û parve bikin.

Festîval piştî navbereka 8 salî, dîsa armanca dike ku sînemageran li hev bicivîne. Van 8 salan, dibe ku festîval çênebûbe lê sînemagerên kurd dîsa fîlm hilberandin. Li her çar parçeyên welêt û li dîasporayê asteka bilind ya hilberîna fîlman bi zelalî dixuye. Li erdnîgarîya kurdan, Rojhilata Navîn û cîhanê berxwedana gelan bi lezeka mezin gihîşt astekê û ev berxwedan dewam dike. Bêguman, huner û sînemaya van pêvajoyan jî hat kirin û niha jî tê kirin.

Di vê çarçoveyê da, em fikirîn ku temaşevan, ji wan festîvelan mehrûm man ku ji bo wan dibûn zemîna gihîştina fîlman, temaşe û nîqaşkirina ji perspektîfên nû û çavên cuda û veguhestina nava jîyana civakî.

Bi vê fikrê, em dixwazin ku di Festîvala Fîlman ya Amedê ya Sêyem da, li ser 8 salên dawî yên sînemaya kurdî û herweha 8 salên dawî yên sînemaya Rojhilata Navîn û Cîhanê bisekinin.

Di vê kontekstê da, em dixwazin ku bi festîvala xwe, kurteya van 8 salan pêşkêşî gel bikin; silaveka nû bidin cîhana sînemayê û hunerê; li gor mîsyona xwe mirovan bînin cem hev, wan bi hev bidin nasîn û bibin qasidên asoyên nû.

Festîvala me ji 7ê Berfanbarê heta 14ê wê didome. Em dixwazin panaromaya 8 salên dawî çêbikin û gotinekê li dû xwe bihêlin da ku sala pêşîya me dîsa werin cem hev

Kargeh
Kargehên me yên ku dengê lingên festîvala me ne, dê tev li beşdarên xwe şopeka giring li ser sîneyamaya bajarî bihêlin. Kargeh, li gor potansîyela bajarî hatine dîyarkirin.

Kargeh, dê bi wan kesan ra bên lidarxistin ku di qadên xwe da serkeftî ne.

  • Kargeha Çêkirin û Derhênana Kurtefîlman
  • Kargeha Sînema-Jin/Jin-Sînemayê


Lijneya Festîvalê
Akademîya Sînemaya Rojhilata Navîn û Beşa Sînemayê (SÎNEBÎR) ya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê, dê lijneya festîvalê ava bike û ev lijne dê wekî birêveberê giştî yê festîvalê bixebite. Lijneya ku ji 5 kesan pêk tê, dê yekeyên resen ava bike û xebata van yekeyan kontrol bike da ku festîval bêproblem li dar bikeve. Festîval, dê 7 rojan, li mekan û eywanên guncaw yên Amedê pêk were.

Lijneya Şêwirdar
Lijneya festîvalê di pêvajoya festîvalê da dê piştrgirî, dîtin û pêşnîyazan ji vê lijneyê bistîne. Ev lijne ji wan hunermend, sînemager û akademîsyenan pêk tê ku dê alîkarîyeka mezin bidin vîzyona festîvalê.

Cihên Festîvalê
Festîval di gel eywanên sînemayê yên Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê û Navenda Kongreyê ya Sezai Karakoç, dê li Şanoya Bajêr a Amedê û ewyanên mîna wê bê lidarxistin. Ev festîval dê li hemû cih û mekanan pêk were ku ji bo sînemayê guncaw in.

Slogana Festîvalê: “Dinya bi çîrokan tê ba hev…”

KATEGORÎ –  KATEGORÎYÊN PÊŞBAZÎYÊ


RÊWÎTÎYA SÎNEMAYA KURDÎ

Di vê kategorîya sereke ya ku Sînemaya Kurdî dihundirîne, fîlm dê li gor vîzyona Festîvala Fîlman ya Amedê bi awayekê tematîk bên nirxandin û di vê kontekstê da bên xelatkirin.

Ev beş dê ji van jêrekategorîyan pêk were;
Fîlmên Dirêj ên Kurdî, Belgefîlmên Kurdî, Kurtefîlmên Kurdî.

 


FILMÊN NAVNETEWEYÎ

Di vê beşê da, armanc ew e ku bi mebesta afirandina pêwendî û zemîneka çandî û hunerî ya di qada sînemayê da, fîlmên sînemayê yên li welatên din yên cîhanê hatine afirandin, beşdarî Festîvala Fîlman ya Amedê bibin. Hêmanên ku reng û awayê festîvalê yê resen ava dikin, ji bo vê kategorîyê jî derbasdar in.

Ev beş dê ji van jêrekategorîyan pêk were;
Metrajdirêj, Belgefîlm, Kurtefîlm.

 


FONA PROJEYAN A SÎNEBÎRÊ

ARMANC
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Festîvala Fîlman ya Amedê da, bi armanca tevkarîya pêşketina sînemaya kurdî, teşwîqkirina nivîsîna senaryoyan, destekkirina kesên ku dixwazin di warê nivîsîna senaryoyê da xwe bi pêş ve bibin, dabînkirina geşedana hejmarî û wesfî ya nivîsîna senaryoyan bi kategorîyên ‘Senaryoya Fîlmên Dirêj’,  ‘Senaryoya Belgefîlman’ û ‘Senaryoya Kurtefîlman’ projeyên senaryoyan destek bike.

ÇARÇOVE
Her kesê ku bi zaravayên kurdî dinivîsin, dikarin serlêdana vê destekê bikin. Endamên Lijneya Birêvebirina Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Endamên Komîteya Sazûmana Festîvala Fîlman ya Amedê, xebatkarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û endamên jurîya senaryoyê nikarin serlêdana projeyê bikin. Senaryoyên ku di pêşbazîyeka din da xelat standibin yan jî ketibin dereceyê û yên ku berê bi fîlmî hatine kişandin nikarin beşdarî pêşbazîyê bibin.

XELATÊN KU DÊ DI ÇARÇOVEYA PROJEYÊ DA BÊN BELAVKIRIN

Senaryoya Fîlmê Dirêj
Senaryoya Belgefîlmî
Senaryoya Kurtefîlmî