
Festîvala Fîlman ya Amedê, di sala 2012an da li Amedê bi pêşengîya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dest pê kir. Ev festîval, armanc dike ku bibe zemînek ku temaşevan û -di serî da sînemagerên kurd- hemû sînemagerên ku nahêlin ku pêwendîyên endustrî û desthilatê her tiştî dîyar bikin, bi paradîgmaya azadîya jinê li normên zayenda civakî dinêrin, hemû beşên civakê wekî dewlemendîya çandî dinirxînin, ekolojîyê wekî pêkhateya herî giring ya civakîbûnê dipejirîniin, tiştê heyî nadomînin lê berxwedan û azadîyê esas digirin li hev bicivin.
Festîvalê, esasên modernîteya demokratîk adapteyî rewşa xwe kirîye û di vê çarçoveyê da li Rojhilata Navîn û li cîhanê gelek hunermend anîne cem hev. Ew bûye mînaka festîvaleka wisa ya Amedê ku sînemager û temaşevan li cihekê azad tên ba hev.
Wekî çawa ji dîroka wê jî tê zanîn, keleha veguherîn û berxwedanê Amed, di qada hunerê da jî bûye bajarekê xwedîyê mîsyoneka wisa ku xurt dike, îlhamê dide, mazûvanîya afirîneran dike û hewce dike ew bixwe jî diafirîne. Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Amedê, di vê çarçoveyê da 2 caran sînemager û bîner anîne ba hev û aşkera kirîye ku ew alternatîfeka giring e.
Festîvala Fîlman ya Amedê sala 2012an û 2016an bi pêşengîya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û mazûvanîya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê li dar ket. Piştî van salan, qeyûm avêtin ser şaredarîyê û festîval ji ber sedemên curbicur hat taloqkirin û çênêbû.
Ji ber sedemên ku tê zanîn, festîval her wekî qadên dîtir yên hunerê, 8 salan nehat lidarxistin. Piştî navbereka bi qasî 8 salan, Festîvala Fîlman ya Amedê dîsa bi pêşengîya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û mazûvanîya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê projeksîyonên xwe dixebitîne.
Festîval vê yekê bi wan dezgehan ra dike ku li Amedê di zemîna huner û sînemayê da gotineka wan heye ku ji civakê ra bibêjin û parve bikin. Festîvala ku ji birêveberên fermî wêdetir bûye malê bajêr, bûye ya her kesê li Amedê û her dezgeha ku li Amedê dengê wê heye. Ev jî nasnameya Amedê nîşan dide.
Festîvala Fîlman ya Amedê, di nava Festîvalên Fîlman yên Kurdan da, hîn di sala xwe ya yekem da bû pîvan û rol lîst ku festîvalên ji hev cuda xuya dibin, werin ba hev. Gava ku em li geşedana Festîvalên Fîlman yên Kurdan yên piştî festîvala me dinêrin, em vê yekê gelekî baştir dibînin.
Di vê çarçoveyê da, Festîvala Fîlman ya Amedê bû xwedîyê mîsyoneka wisa ku kurd û nexasim sînemagerên kurd yên her çar alîyê dinyayê wê dişopînin, hêzê jê distînin û xwe bi saya wê nîşan didin.
Festîval, mazûvanîya fîlmên kurdan û hilberînerên wan dike; di çarçoveya prensîb û nirxên me yên pardar da, perdeya xwe ji hemû gelên cîhanê ra vedike. Festîvala me bi du tecribeyên berê, ev mazûvanî gihandîye heta astekê.
Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê