RÊZIKNAMEYA KURTEFÎLMAN YA FESTÎVALA FÎLMAN YA AMEDÊ
ARMANC
Festîvala Fîlman ya Amedê armanc dike ku;
- Di serî da çand û hunera kurdî, nirxên çandî û hunerî yên gelê Rojhilata Navîn û dinyayê biparêze û wan nirxan bide nasîn;
- Tevkarîyê bike ku hilberîna sînemayî ya kurdan û gelên Rojhilata Navîn geş bibe û bê nasîn;
- Sînemagerên kurd û herweha sînemageran û gel bîne ba hev;
- Berhemên hunerî yên ku veguherîne ‘meta’yan, di zemîneka wisa da bigihîne gel ku xwe dispêre hişmendîyeka demokratîk, civakparêz û wekhevîparêzîya zayendî;
- Ji pêwendîyên ku di çarçoveya endustrîyalîzmê da bişekl dibin wêdetir, hunermendan bîne cem hev;
- Fîlmên sînemayê yên ku li Rojhilata Navîn hildiberin, di zemîneka pirçandî da werin ba hev.
TARÎXA FESTÎVALÊ
Festîvala Fîlman ya Amedê ya Sêyem, dê di navbera van tarîxan da çêbibe: 09.11.2025 – 16.11.2025
BIRÊVEBERÎYA FESTÎVALÊ
Birêveberî û organîzasyona Festîvala Fîlman ya Amedê dê ji alîyê Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve pêk were. Mafê biryarê, yê Lijneya Birêveberîya Festîvalê ye.
KATEGORÎYÊN FESTÎVALÊ
- A- Kategorîya Fîlmên Dirêj yên Kurdî
- B- Kategorîya Belgefîlmên Kurdî
- C- Kategorîya Kurtefîlmên Kurdî
- D- Kategorîya Fîlmên Dirêj
- E- Kategorîya Belgefîlman
- F- Kategorîya Kurtefîlman
ARMANC
Armanca Kategorîya Kurtefîlman ya di çarçoveya Festîvala Fîlman ya Amedê da li dar dikeve ew e ku; sînemagerên ciwan bigihîne hev, tevkarîyê li wê motîvasyonê bike ku ji bo hilberîna hunerî hewce ye û derfetan çêbike ku kurtefîlm bigihîjin bîneran. Birêveberî û organîzasyona festîvalê, dê ji alîyê Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve pêk were.
ŞERTÊN BEŞDARÎYA FESTÎVALÊ
- Fîlmên kurtemetraj yên fîksîyon û eksperîmental dikarin beşdarî Beşa Kurtefîlman bibin.
- Fîlmên ku dê beşdar bibin, pêwîst e ku herî zede 20 deqîqe bin.
- Fîlmên kurtemetraj yên fîksîyon û eksperîmental yên ku piştî 01.01.2022an temam bûne, dikarin serlêdana festîvalê bikin.
- Fîlmên ku dê serlêdana festîvalê bikin, pêwîst e ku berê di kanaleka TVyê da nehatibin weşandin.
- Xwedîyê qanûnî yê fîlman dikarin serî li festîvalê bidin. Eger xwedî ji yekî zêdetir bin, pêwîst e ku di belgeya serlêdanê da îmzayên xwedîyên dîtir jî hebin.
- Pêwîst e ku fîlmên ku bên şandin, ji alîyê teknîk ve bêproblem bin û pirsgirêkên ku bandorê li kalîteya nîşandanê bikin tune bin. Di vê pêvajoyê da, mafê biryarê yê Lijneya Birêveberîyê ye.
- Xwedîyên qanûnî yên fîlman yên ku dixwazin beşdarî festîvalê bibin, pêwîst e ku herî dereng heta 01.07.2025an, serlêdana xwe li navnîşana www.amedfilmfest.org.tr bikin.
- Encamên nirxandinê yên pêş-jurîyê dê di 05.10.2025an da bê ragihandin.
- Fîlmên ku dê ji bo festîvalê bên qebûlkirin, pêwîst e ku kopyayên wan yên di warê pêşkontrol, werger, nîşandanên çapemenîyê û nîşandanê da bêproblem in, heta 10.10.2025an bigihîjin Beşa Sinemayê (Sînebîr) ya Serokatîya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê.
- Xwedî û ekîbên fîlmên ku dê beşdarî festîvalê bibin, dê bi hejmara ku birêveberîya festîvalê dîyar bike, werin vexwendin û heta dawîya festîvalê bên mêvankirin.
- Komîteya Temaşekirina Fîlman ya Festîvalê dikare fîlmên ku serlêdana festîvalê dikin, tev li bernameya nîşandanê bike. Di derheqê vê meseleyê da, pêwîst e ku xwedîyê fîlmî di forma serlêdanê da, nêrînên xwe yên di vê mijarê da ragihîne.
- Xwedîyên fîlman, bi forma ku hatîye îmzakirin ra, pêwîst e ku belgeyên jêr jî bê kêmanî teslîm bikin.
BELGEYÊN KU DI SERLÊDANÊ DA TÊN XWASTIN
- Pêwîst e ku forma serlêdanê, forma prîntkirî ya bi îmzaya şil bi formata PDF, li mailê bê zêdekirin û bi rêya e-mailê ji navnîşana pêwendîyê ya festîvalê ra bê şandin.
- Rastîya hemû agahî û belgeyên di forma serlêdanê da, berpirsîya xwedîyê îmzayê ye. Berpirsîyên hiqûqî yên ji ber van agahîyan derkevin, aîdî xwedîyê îmzayê ne. Birêveberîya Festîvalê, xwedîyê wî mafî ye ku di wan tekstan da guherînên hewce bikin ku di wexta serlêdanê da tên parvekirin.
- Lînkeka temaşekirinê ya fîlmî ku ji tarîxa serlêdanê heta ragihandina encamên pêş-nirxandinê derbasdar e.
- Agahîyên jenerîkê yên teknîk yên di derbarê fîlmî da. (kunye)
- Kurteya fîlmî ya kurdî û îngilîzî. (herî zêde 250 bêje/kelîme)
- Afîşa fîlmî (dikare yek ji formatên jpg, pdf, png, tiff bê hilbijartin; dîzayna tîkane/li ser dirêjayî)
- Herî kêm 5 wêneyên ji fîlmî
- Kurtejîyan (bi kurdî û îngilîzî, li dor 150 bêjeyî), fîlmografî û wêneyê derhêner
- Fragmana online ya fîlmî (divê bikaranînên wekî logo, jêrenivîs, time code hwd. tê da tune bin), (Ji bo danasîna TVyê û fîlmê jenerîka festîvalê)
- Pêwîst e ku dosyeya srt ya fîlmê ku ji bo festîvalê bên şandin (îngilîzî), bi zimanê xwe yê orîjînal bê teslîmkirin.
- Pêwîst e ku formatên fîlmên ku dê ji bo festîvalê bên şandin bi vî awayî bin: mp4-hemû format, mov, quicktime, DCP.
- Malzemeyên ku ji fîmên serlêder yên festîvalê tên xwastin teqez nayên îadekirin.
- Xwedîyên fîlmên ku ji bo festîvalê hatine hilbijartin, piştî îlankirina fîlmên festîvalê, nikarin fîlmê xwe ji festîvalê vekişînin.
MAFÊN FESTÎVALÊ
Eger belgeyên ku li jor tên xwastin, di wexta xwe da negihîjin navnîşana festîvalê, fîlm dikare ji bernameyê bê derxistin.
Organîzasyona festîvalê bi armanca nasandinê, ji fîlmî herî zêde 3 deqîqeyan dikare bi kar bîne.
Mafê Birêveberîya Festîvalê heye ku wan fîlman ji festîvalê derxîne ku ji bo nîşandanê ne xwedîyê taybetîyên teknîk yên hewce ne.
Kesên ku serî li Festîvala Fîlman ya Amadê bidin, şertên vê rêziknameyê qebûl dikin.